E-posta adresi: Þifre :
avesta yayýnevi

sepetSepetiniz | Satýnalýn
Herkes xwe dinivîse û xwe dixwîne


Weþanxanên Kurdî
Edîtorê Avestayê Abdullah Keskin: ‘Herkes xwe dinivîse û xwe dixwîne’

Em dixwazin pirs û pirsgrêkên weþanxana û bi taybetî jî weþanxanên kurda bînin ziman, bi vê baweriyê hewalê me Nesimi Aday bi editorê Avesta Abdullah Keskin re peyivî: ‘Herkes nivîs û kitêbên kesên derdora xwe diweþîne, çi bibe bila bibe. Herkes xwe dinivîse û xwe dixwîne. Haya tu kesî ji hev nîne. Divê kurd êdî serê xwe rakin, li derdora xwe binihêrin, li dinyayê çi dibe? Dinya ne tenê em, kitêb-kovar-rojname û rêxistinên me ne. Problema bingehîn ev e, heke ev problem çareser bibe, ez dibêjim gelek tiþt wê bên guhertin. Tiþtekî din; ev weþanên ku derdikevin li dinyayê li tu deveran, bi tu zimanî evqas nedihatin xwendin.’

Armanca weþanxana we çi ye?
Civaka kurd, ji her alî ve civakeke derengmayî ye. Sedemên li derveyî kurdan nehiþtin ku ew wek miletekî di dinyayê de cihê xwe yê bingehîn bigrin. Kurd îro li rastiya xwe digerin; mafen xwe yê hebûnê diparêzin. Pirsgirêka kurdan êdî pirsgirêkeke navnetewî ye. Lê mixabin herkes ji me bêhtir serê xwe li ser problemên me diêþîne. Xebatên teorîk ên li ser kurdan li Britanya, Almanya, Fransa, Swêd bêhtir çêdibin. Bi avakirina Avesta me jî xwest ku em li ser rewþa xwe serê xwe biêþînin. Bi zimanê xwe bifikirin, wek edebiyat û zimanekî xweser wergerê bikin, berhemên biqalîte çap bikin û biqasî em karibin ji bo dewlemendkirina lîteratura kurdî alîkarî bikin.

Mirov dikare ji we re bêje hûn weþanxanek kurd in?
Begûman... Çima mirov nebêje weþanxaneyeke kurd e? Hûn dizanin kurdî di zimanê nivîskî de jî di maneya kurd û zimanê kurdî de tê bikaranîn. Li gor van herdu maneyan jî Avesta, weþanxaneyeke kurd e. Weþanxaneyeke tirkan an jî ingilîzan çiqas tirk an jî ingilîz be; Avesta jî ewqas kurd e. Lê ev nayê wê maneyê ku emê li dinya derveyî xwe nenihêrin.

Taybetiyen weþanxane we çi ne?
Taybetiya yekem; em ne weþanxaneyeke îdeolojîk in. Yanê þablonekî me yê îdeolojîk nîne. Çarçova me netewî ye. Wek ku ez dizanim, heta niha li Tirkiyê weþanxaneyekê bi kurdî dest bi weþanê nekiribû. Me bi kurdî dest pê kir, her çar kitêbên me yên peþî bi kurdî ne. Niha gelek dosya di destê me de hene. Heke þiîr be; em nabêjin þaîr filankes e, welatparêz e -ev alî jî hebin baþ e, lê tenê ev yek ne bes e! Ev tiþtên nivîsandin çiqasî þiîr e, an çiqasî roman e, an jî çiqasî lêkolîn e? Em bala xwe didine vê yekê. Ji bo me berhem bi xwe esas e. Tiþtekî din; li dinyayê qaîdeyên weþangeriyê çi bin, li ba me jî ew in. Bi pêwendiyên siyasî, þexsî -a girîngtir, aborî (maddî) em tiþtekî naweþînin. Her tiþtê me li derveyî me hatiye nivîsandin. Heta demeke dirêj îhtiyaciya me wê bi materyalan hebe. Di kitêbên em diweþînin de em li vê dîqat dikin.

Xwendina pirtûkên kurdî çawa ye?
Bi baweriya min divê her kurd; weþanxane, nivîskar, siyasetvan, xwendevan... Ii ser kurdî bisekine. Ziman, bingehê nasnama netewî ye; ji bo her qada civakê ye. Em dixwazin weþanên me tev de bi kurdî bin. Lê ji gelek aliyan ve ev ne mumkin e. Potansiyela xwendevanê kurd li Tirkiye gelekî kêm e, ev jî normal e. Ji ber ku kurdî bi awayekî dorfireh tu carî nebûye zimanekî nivîskî. Zimanê me ev ne 70 sal e, ev 700 sal e qedexe ye. Mixabin qedexekirina herî mezin ji aliyê entelîjensiya kurd ve hatiye danîn. Mirovên me kurdî li xwe qedexe kirine. Cihê vê jî bi zimanekî din danegirtine. Mirov dikare bibêje ku dor hezar kesî re ye xwendevanê kurd. Lê ev nayê wê manê ku ji her kitêbê hezar heb tê firotin. Niha hêjî destpêk e, ji bo ev hejmar zêde nebe sedem nînin. Divê her weþan xwendevanê xwe jî çêbike. Sabr û inyad pewîst e. Em ji a xwe nayen xwar; yek kitêb jî neyê firotin emê kurdî biweþînin. Bi inyad emê weþanen kurdî bidomînin, xwendin û nexwendina wan jî ne problema me ye, eger em kare xwe baþ bikin; ew þerma xwendevanê kurd e êdî.

Çapê pirtûkên kurdî kêm in. Hûn aboriya xwe çawa pêk tînin?
Pirsa nivîskar û weþangerê kurd a yekem "Kes naxwîne" ye. Lê tu kes vê napirsê, divê êdî bê pirsîn: "Çima ezê bixwînim?" Kitêbên kurdan -çi bi kurdî, çi bi tirkî- bînin ber çavê xwe; hûn dikarin çenda ji wan tawsiyeyî Xwendevanekî baþ bikin? Kitêbên kurdî tu tev de li hev bide hev refekî kitêbxanê danagirin. Xwendevanekî tenê bi kurdî bixwîne an jî tenê kitêbên weþanxaneyên kurdan bixwîne, wê çiqasî haya wî ji jiyanê hebe, wê çiqasî ji dinyayê agahdar be?

Em werin ser pirsa aborî. Hê wek Selaho li me nehatiye! Di "Komara Dînan" de -çîroka Helîm Yûsiv- "Nivîskare Serok, Wezîre Çap û Weþanê" Selaho, ji ber ku Ii welatê wî tu kes naxwîne, wexta birçî dibe li ber rojnameyên xwe rûdine û yeko yeko wan dixwe. Hê me dest bi xwarina kitêbên xwe nekiriye, tenê em kitêbên xwe datînin ba hev, li wan dinihêrin û xwe pê ji bîr dikin. Ji firotina kitêban pê ve tu hatina me tune ye. Teqlo meqlo jî be em wesanxanê bi hatina kitêban dimeþînin. Ez bawerim wê ji vir û pê de baþtir bibe; ji ber ku êdî kitêbên me baþ digihîjin Sûrî, li Ewrupa jî hedî hedî belav dibin. Her çar kitêbên me yên kurdî ên pêþî tîraja wan hezar heb bû. Niha em ji her kitêba kurdî çiqas kêm 2 hezar çap dikin.

Pirtûkê we en wergerê hene?
Di peþketina ziman de roleke girîng a wergerê heye. Li ser wergerê em bi taybetî disekinin. Heta niha me ji soranî û tirkî werger kir. Eslê wan wisa bû. Niha ji erebî, ingilîzî û fransizî wergerên me hene. Ji zimanên dinyayê gelek kitêban em dixwazin wergerînin, ziman dibe problem. Ên ku kurdî dizanin wan zimanan, ên wan jî dizanin kurdî nizanin. Ji wê yekê niha em tirkî û erebî tercîh dikin. Problemeke wergerên ji tirkî heye, ew jî ji ber ku li Tirkiyê ên bi kurdî dixwînin dikarin tirkî jî bixwînin. Lê divê mirov ji hev veqetîne, kurdî û lîteratura kurdî divê xweser be. Xwendevanên me yên ku tirkî û erebî nizanin jî zede ne, ji wê yekê emê kitêbên wan zimanan ên baþ wergerînin kurdî.

Problemê wê yên esasî çi ne?
Problema esas a "weþanxane" û "nivîskar"ên kurd e. Weþanên kurdan ji her alî ve naþibin weþanan. Ev jî bi wesanxanê ve girêdayiye. Berî her tiþtî divê weþanxane ji bin wesayet an jî siya rêxistinan derkevin. Bi weþanxaneyên rexistinî ev kar bi pêþ nakeve. Ez vê ne ji ber ku vî karî li derveyî siyasetê dibînim, dibejim, na! Dîsa bila weþanên rêxistinan derkevin. Ihtiyac jî bi wan heye. Lê wexta weþanxane an jî rojname bi rêxistinekê ve girêdayî be tu nikarî derveyî "politîka" wê rêxistinê karekî bikî. Mirovekî ku tu elaqa wî bi wî karî re nîne tînin, çima; ji ber ku "kadro" ye, zilamê wan e. Herkes nivîs û kitêbên kesên derdora xwe diweþîne, çi bibe bila bibe. Herkes xwe dinivîse û xwe dixwîne. Haya tu kesî ji hev nîne. Divê kurd êdî serê xwe rakin, li derdora xwe binihêrin, li dinyayê çi dibe? Dinya ne tenê em, kitêb-kovar-rojname û rêxistinên me ne. Problema bingehîn ev e, heke ev problem çareser bibe, ez dibêjim gelek tiþt wê bên guhertin. Tiþtekî din; ev weþanên ku derdikevin li dinyayê li tu deveran, bi tu zimanî evqas nedihatin xwendin.

Zehmetiya çapa pirtukên kurdî çinin?
Zehmetiyên zimanê kurdî herkes dizane. Hêjî ferhengeke tam, rêbereke îmlayê nîne. Problemên zimanê kurdî heke mirov serê xwe pê re biêþîne ez dibêjim ne zêde ne. Lê dîsa jî ji çapê heta bi montajê, ji belavkirinê heta rêzkirin û rastkirinê gelek probleman derdixe hemberî mirov. Jean Baudrillard -ez ne þaþ bim- dibêje; "Di zemanên modern de çêkirina maneyê êdî hêsan e. Hûn dikarin rehet maneyekê (wate) ji xwe re çêbikin. Lê herkes nikarê talebê ji vê maneyê re bide çêkirin, an jî vê maneyê bide qebulkirin." Ji bo me kurdan îro ev rewþ hinekî berevajî ye. Daxwaz çiqas qels jî be heye, lê maneyên me kêm in. Hiþmendiya me li ser slogan û þablonan ava bûye, ji bo jiyanê jî ev ne bes in. Þîzofrenî bûye nexweþiya me ya gelêrî.

Nesimi Aday, Rojnameya Nûroj, Stenbol, 10-16 Tebax 1996

SÝCÝL sayfasýna dön >>
Müþteri hizmetleri | Alýþveriþ koþullarý | Gizlilik ilkeleri | Üye olun
Avesta Kitabevi, Ekinciler Caddesi, Nurlan Apt. Giriþ Katý No: 2
Ofis / Diyarbakýr
Tel-Fax: (0412) 223 58 99
Þehit Muhtar Mahallesi, Sakýzaðacý Cad. Öðüt Sokak No:7
Beyoðlu / Ýstanbul
Tel-Faks: (0212) 251 44 80 / (0212) 243 89 75

e-posta: avestayayinlari@yahoo.com




Bu sitedeki tüm fotoðraf ve metinlerin kullaným hakký saklýdýr.