|
Eme kurdan asimile bikin Wêþanxaneya ku pirtûka Cegerxwin a bi nave Þiîren Windabûyî çap kiriye ev du-sê meh e ku ava bûye û bi çapkirina pirtûken kurdî dest bi kar kiriye. Li ser ve yeke Berpirsiyare Weþanxaneya Avesta Abdullah Keskin wiha dibâjê: "Nezîkî 3-4 sal e em difikirîn ku weþanxaneyeke wisa ava bikin, le ji ber bêîmkaniyê me rê nedît. Armanca me ya herî mezin bi kitêbên kurdî destpekirin bû. Heta vega tu weþanxaneyên ku li ser kurdan kitêb çap kirine, ne li ser vê armancê vebûne. Dibejin karekî bi rîsk e, wê neyê firotin. Em jî tam berevajiyê wê dibejin. Weþanxaneyan wezifeya xwe, misyona xwe neanîne cih. Ta îro weþanxane tev li ser hev, incax 20-30 kitêbên kurdî weþandine, wan kitêban jî mirov nikare bixe kategoriyekê. Ne roman in, ne çîrok in, ne tu tiþt in." Abdullah Keskin dibeje ku li gorî îstatîstîka 88an, li Tirkiyeyê sale 7 hezar kitêb derdikevin, vêga jî ev reqem bûye nezîkî 10 hezar; piþtî 92an û heta îro 5-6 kitêbên bi kurdî derketine li Tirkiyeyê. Ji aliyekî din ve jî ew îdîa dike ku di nava 2-3 salan de, ji kitêbên wan, yek hebek jî neye firotin, ewê dîsa jî bigihîjin reqema kitêbên ku heta vêga bi kurdî hatine çapkirin. Abdullah Keskin zehmetiyên vî karî jî tîne zimên û dibeje: "Peþî ji aliyê madî ve divê mirov xurt be. Ne wisa be zehmet e. Lê ev nayê wê maneyê ku meþandina vî karî nemumkun e. Îhtiyaciya kurdî bi vê xebatê heye, sibe dusibe wê îhtiyac zêdetir bibe. Ji ber vê yekê çi ji destê me bê emê bikin. Me xwest ku bi vê xebatê balê bikiþînin kesên ku bi vî karî re elaqedar dibin. Ev kar ne bi qasî ku ew difikirîn zehmet e. Lê ne ewqas zor, ne karekî hêsan e jî." Li gorî ku A. Keskîn dibeje di Weþanxaneya Avesta de wê berhemên bi telîf derkevin. Pêwistiya pirtûkên wergerê jî tîne zimên, lê dibêje: "Yekî alman an jî ji miletekî din yekî ku bi kurdî dizane û bixwaze pirtûken kurdî bixwîne, divê mirov bikaribe berhemen bitelif ên kurdan bide destê wî." Weþanxaneya Avesta heta vêga helbestên Þêrko Bêkes "Ji Nav Þiîren Min", romana Mehmed Uzun "Bîra Qederê" derxistine. Di rojên pêþ de jî difikirin ku helbestên Reþîdê Kurd, destana Memê Alan, Bîranîna Surme Xanim (Suryanî ye) derxin. Abdullah Keskin ji bo Reþîdê Kurd, "Eger wî helbestên xwe ne bi zimanê kurdî, bi zimanekî din binivîsanda, ez bawer dikim ku wê nave wî, di ansîklopediyên dinyayê de cih bigirta" dibêje. Li ser pirsa me ya, hûn difikirin ku bi zaravayên kurdî yên din jî pirtûkan çap bikin, bersiva "Na. Em vega nafikirin. Muheqeq divê ew jî derkevin, lê ji ber ku em vêga hem ji zaravayên din fêm nakin û hem jî nikarin binirxînin. Dema mirov karekî bike divê peþî bifikire ku çi kiriye û çi daye. Feqet di rojên pêþ de em difikirin ku pirtûkên bi tirkî yên hêja jî çap bikin. Tabî ev ne karê me yê yekemîn e, wê pirtûkên kurdî zêdetir bin. Li aliyê din em dixwazin berhemên bikalîte çap bikin. Yanî ji bo me þexs an jî naverok ne muhîm e. Mesela Ezra Pound bi dîtina xwe însanekî faþîst e. Dîtina Ismet Özel îslamî ye. Lê helbestên wan gelekî baþ in. Eger îmkana me hebe emê wan berheman jî wergerînin kurdî. Naveroka berheman li ser eþqê be, li ser þer be, an jî xebateke ferdî be, ew ji bo me ne muhîm e. A muhîm, ew e ku çawa hatine nivîsandin. Çunkî çeþnê herî dewlemend edebiyat e. Edebiyat ji aliyê naverokê ve bêsînor e. Feqet ziman, taswîr, îmajînasyon, diyalog, uslûb û hwd. divê hêjayî çapkirinê bin." Wek gotina dawî Abdullah Keskin vê dibêje: "Em dixwazin kurdan bi kurdî asîmîle bikin. Vêga kurd ne kurd in li gorî min. Çunkî îro tu ferqa gundiyekî tirk ê ji Çorumê û kurdekî ji Kurdistanê nîne. Kurdan bi her awayî xwestine xwe biþibînin tirkan. Lê belê ev tu car nemumkun e. Çawa hedefa têkoþîna neteweyî jî afirandina jiyaneke nû ye. Wekî ku serokatiya kurdan jî dibêje: "Em dixwazin jineke xweþik û mêrekî xweþik biafirînin", em jî dixwazin bi xebatên xwe alîkariya wê fikrê bikin." Zana Farqînî, Rojnameya Azadiya Welat, Stenbol, 21-28.01.1996 SÝCÝL sayfasýna dön >> |