|
Li ser Þahmaran bi Abdullah Keskin re hevpeyvîn Yekem car e kitêbên jinên kurd di nav rêzekitêbeke wesa rêk û pêk de hatine weþandin. Ji fikr û naverok bigirin heta hilbijartina þa'iran û bergsaziyê, Þahmaran projeyeke gelekî serkeftî ye. Em bawer in di xizmeta þi'îr û edebiyata kurdî de gaveke gelek girîng û mezin e. Me xwest em paþxaneya projeyê hêj bêtir û kûrtir bizanin û bi xwendevanan re par ve bikin. Ji ber vê mebestê me hevpeyvînek çêkir bi xwedî û berpirsiyarê Weþanxaneya Avestayê Abdulah Keskin re. Fikra Þahmaranê ji kû derket? Çawa we biryara vê rêzê girt? Di civaka kurd de rolek cidî yê jinê tune ye. Edebiyata kurdî jî resmekî pir mêrane, wêneyekî bi simbêl nîþan dide. Di 10-15 salên dawî de cinayet û xwekuþtinên jinan Kurdistanê wek goristan nîþan dide. Wek her tiþtî ji bo ku statuya jinê bê guhertin, divê pêþî bingehek fikrî û kulturî çêbibe. Bi Þahmaran me xwest em resmekî normaltir û xweþiktir ê kultur û edebiyata kurdî nîþan bidin, ji bo ku þexsiyetên jin derkevin pêþ, alîkarî bikin. Hewldana me hiþt ku em jî þaþ bimînin. Di tarîxa edebiyata kurdî de bawer nakim dengekî din bi vî þêweyî ewqas taybet hebe. Dema lêkolîner û rojnamevanên Ewrûpî jî dihatin pirs dikirin çima di edebiyata kurdî de jin nînin an ewqas kêm in. Destpêkê Rûken (Baðdu Keskin) dixwest bi vî navî kovarek jinan derbixe. Ji ber ku kovar nivîskaran çêdike. Mixabin firset nebû. 2005an dema bo festîvalekê çûm Dihokê, tiþtekî bala min kiþand: Ber êvarî dema semîner temam dibûn matîneyên þi'rê hebûn, þa'iran þi'rên xwe dixwendin. Berevajî welatên din, salon tije dibû, cî nedima. Min meraq kir, xwest biçim guhdarî bikim. Tiþtekî din bala min kiþand, jimara þa'irên jin pir zêde bû û bi ser de þi'rên wan pir baþ bûn. Li wir min qerar da ku em Þahmaran, ji nû ve aktuel bikin, lê vê carê wek rêzekitêb. Navê Þahmaranê çawa çêbû? Çima Þahmaran? Wek nav pêþniyar a Rûken bû. Þahmaran di zarokatiya me de hem wek nexþ hem jî wek çîrok tesîr li me kiribû. Min demek dirêj nexþên Þahmaran kom kiribûn. Þahmaran wek ku ji resim jî tê famkirin, mê ye, jin e; heft piyê wê jî mêr in. Hê jî di jiyana xwe de tiþta herî zêde jê ditirsim mar e. Tê bîra min li ba me ji ber ku mar pir zêde bûn û bi heywanan vedidan, salê 2-3 rojan mêr û xortên gund diçûn 'nêçîr'a maran. Gelek tiþtan hiþt ku em navê vê seriyalê bikin Þahmaran. Me xwest ji kultura xwe ya kevn wek referans serdestiyeke jinê nîþan bidin. Nav û fîgura Þahmaran li tiþta ku me dixwest bikin, dihat. We çawa xwe gihand helbestakaran? Têkiliya we bi wan re çawa çêbû? 2-3 kes li festîvala Dihokê min nas kirin. Lê ji ber tiþtek diyar nebû encamek konkret neda. Li vegerê me lêkolînek kir û 4 nav ji Soranî diyarkirin. Berî wê dosyeya yekem a Fatma Savci hatibû. Piþtî hat bihîstin, gelek dosye ji me re hatin, me ji nav wan hilbijartin. Hindek ji van kitêban bi edîtoriya Rûken Xanim derketin û paþî yên din bi edîtoriya we derketin. Tu sedemeke taybet heye ji bo vê yekê? Rûken destpêkê bi her tiþtê wan re elaqedar dibû, edîtorî dikir. Bi gotina kurdan, 'mêr darê þikestî ne', ew þah em mar bûn. Lê piþt re ji bo karê xwe yê din nikaribû zêde wext bide. Vêga jî bi hemû kitêban re elaqedar dibe, lê dinêre. Bêhtir wek þêwirmend e. Zêdebûna kar wisa îcab kir. Ji nav kitêbên ku heta niha derketine yek jî kitêba çîrokan e. Ev jî ya Lorîn S. Doðanê ye. Çima ne tenê helbest? An jî çima ev kitêba çîrokan? Þahmaran ne tenê ji þi'ran pêk tê. Di destpêkê de jî çarçove fireh bû: Berhemên edebî yên jinên kurd. Fatma jî li ser kitêba xwe ya duyem 'pexþan' nivîsîbû, dawî me li ser 'ceribandin' li hev kir. Roman jî wê cî bigrin. Wergera ji zimanên din di vir de cî nagire. Em dixwazin dengê jina kurd bilind bibe. Kitêbên Þahmaranê ji ber ku projeyek e û bi konseptekê hatine dûristkirin, xweyî þêweyekê ne. Bo nimûne, li ser bergên paþî resmên helbastkaran û beþek ji helbestên wan hene û li ser bergên pêþî jî navên kitêban û yên helbestkaran li gel figûrekê bi awayeke serkeftî û balkêþ cih girtine. Lê rengê hindekî ji wan reþ in û yên din jî spî ne. Çima reþ û spî? Gelo tercîheke zanîsti ye? Hûn dixwazin þîfreyên kitêbên me eþkere bikin? Baþ e. Belê bi zanebûn e. Reþ û spî, tarî û ronahî, baþî û xirabî, her çiqas pir ji tonên navber û detay hez bikim jî baweriya min bi van tê. 'Baþ' û 'xirab' pîvaneke giring e li ba me. 'Dijminekî baþ ji dostekî xirab çêtir e.' Navê me Avesta ye, hem bingeha me ya fikrî, hem jî her du rengên me yên sereke reþ û spî ne. Spî mistîk e, kevn e, esmanî ye, baþî ye, xeyalî ye... Reþ rastî ye, xirabî ye, dinyayî ye, nû ye, konkret e. Spî rengê berî Greenwitch e, wextê bêsaet e; reþ, zemanên modern e, ronesans e, ladînî ye. Þi'r gotina kevnar e, pexþan dema nû ye. Spî Xweda ye, cennet e, reþ Þeytan e, cehennem e. Þi'r do ye, roman îro ye. Di zemanên postmodern de her du dikarin bi hev re bin. Em di navbera her duyan de diçin û tên. Fîgûr li gor navê kitêbê tê hilbijartin. Fotoyê nivîskar bi taybetî me dixwest em bidin, ew jî reþ û spî... Ji ber ku destpêkê me jî bawer nedikir evqas nivîskarên jin hebin. Mirov bi navê xwe dibe nivîskar lê navê nivîskarên kurd bi giþtî naylon in, çêkirî ne. Di hin rewþan de ev normal e jî. Ji ber ku navê wan qedexe bûne. Bi foto me xwest em mij û dûmana li ser kitêban rakin, kêmasiya ku ihtîmal e nav çêbike bi foto veþêrin. Bêhtir konkret bibe kitêb. Çi tiþtên balkêþ hene ku hûn bizanin, derbarê helbestkar û kitêbên wan de? Bo nimûne, Fatmayê helbestên xwe li ser pelên cixarê nivîsandine. Bi qasî ku wan dinasim serpêhatiya wan a jiyanê ji berhema wan ne kêmtir e. Dikare bo her yek ji wan portreyek pir taybet bê çêkirin. Kesê Fatma binase qet bawer nake ku 12 salan di hepsê de maye, an jî Kejal, li dij kultura 'bawksalarî' a xelkê 'þar' ewqas sal e serî netewandiye. Du tiþtên girîng: Berî her tiþtî 'þexsiyet' in û ne tenê nivîskar, entelektuel in. H. Düzen:Hûn wekî rewþenbîr û weþangerekî kurd, vê projeyê çawa dinirxînin? Di lîteratura kurdî de bi baweriya min seriyala herî taybet e. Dengekî edebî yê berz e. Tu pê dihesî ku li kîjan çaxî dijî. Temayên wan nû ne. Ji folklor û civata tradîsyonel dûr ketine. Di navenda berhemê wan de însan heye. Paþeroja projeyê çi ye? Êdî paþê hûn çi difikirin ji bo Þahmaranê? Çi mizgîniyên we hene ji bo xwendevanan? Heta dawiya salê dor 20 kitêban çêdibe. Tu gotinên we hene ji bo xwendevan? Spas! Gelekî spas hem bo þûl û xizmetên we yên bo weþangeriya kurdî hem jî bo vê rêza hêja û hem jî bo vê hevpeyvîna taybet. Þerif Derince, Kovara Yazýnca, Hejmar: 9, 07.08 SÝCÝL sayfasýna dön >> |