|
Selaheddîn di rêzekitêbekê de Resmên cihê yên Selaheddîn Avesta, çend kitêbên cihê li ser Selaheddînê Eyyûbî, navdartirîn kurdê tarîxê, diweþîne. Weþanxane diyar dike ku, armanca sereke ya çapkirina van kitêban ku hin jê bi zimanê tirkî ne, lê giraniya wan bi kurdî ye, ew e ku nîqaþên li ser Selaheddîn di çarçoveyeke ilmî de bibin, ev kitêb rê li ber þîrove û xwendinên nû vekin. Kitêba yekem a Îbn Xelikan e ku yek ji kitêbê herî kevn û girîng a li ser Selaheddîn. Kitêbên Minorsky û Boris James û romana nivîskarê norwecî Thorvald Steen, a li ser Selaheddîn "Babelîsk" di dorê de ne. Çapa nû a "Selaheddin'in Mirasý" tê amadekirin. Kitêbeke herî kevn a li ser Selaheddîn Selaheddîn yek ji girîngtirîn mirovê tarîxa dinyayê ye. Ev fikra muþterek a gelek zana û pisporên rojhilat û rojavayî ye. Mohra xwe li mîlenyumê daye. Tevî ku di ser dema wî re 800 sal derbas bûye jî, li dinyayê û Kurdistanê hê jî pir aktuel e. Li dinya modern, bi taybetî di lîteratura ewrûpî de gelek nîqaþ li ser tên kirin, bi sedan kitêb û nivîs tên nivîsandin, pêþengeh û albûm çêdibin. Dinya, wî bi þêweyên nû û cihê dixwîne, tarîf dike. Li Kurdistanê, di nav milletê xwe de jî tim û tim aktuel bûye. Vêga jî ne tenê li unîversîte, derûdorên xwenda, li civateke gundekî çiyan jî meriv dikare rastî nîqaþên pir balkêþ bê. Selaheddîn, di nav milletekî ku 'li derveyî tarîxê', tarîx bi xwe ye. Di ber þûrê wî yê 'îslamê' re, di bin xeftanê wî de xencereke kurdî ya zîvîn hebûye. 'Misilmanan' ew xencer dît, guh nedan þûr, em wî þûrî dibînin, li xencera zîvîn napirsin. Ew xencera ku þûr ko kir, li Qudsê rê li ber toleransê vekir. ... Kitêba Îbn Xelikan yek ji kitêbên herî kevn û biyografiyek girîng a Selaheddînê Eyyûbî ye. ... Bi weþandina kitêb û materyalên li ser Selaheddîn bi kurdî û tirkî, em dixwazin li ser bingeheke ilmî ev nîqaþ bên kirin. Kitêba yekem a Îbn Xelikan ku yek ji kitêbê herî kevn û girîng a li ser Selaheddîn e em dest pê dikin. Kitêbên Minorsky û Boris James û romana nivîskarê norwecî Thorvald Steen, a li ser Selaheddîn "Babelîsk" di dorê de ne. Çapa nû a "Selaheddin'in Mirasý" tê amadekirin. Di gelek nîqaþên li ser Selaheddîn û dema wî de, behs dibe ku, herçiqas ne di ma'neya îro de jî be, dîsa tu statuya kurdan nebû. Kurd tenê esker bûn. Herweha ciyekî ziman û kultura kurdî jî nebûye. Tiþta balkêþ ew e ku piþtî Selaheddîn bi sedan salan jî dîsa ew rewþ nehatiye guhertin. Hê jî bi kurdî, mebesta min kurdiya Bakur e, ne lîteraturek, kitêbek berbiçav li ser Selaheddîn tune. Ne tenê di vê mijarê de bi giþtî jimara lêkolînên muteber, werger an telîf, di kurdî de ji tiliyên destekî ne zêdetir in. Heta kurdî di hemû qadê jiyanê de, bi her þêweyî neyê bikaranîn, wê di bin talûke û tehdîdê be. Yek ji armancên herî girîng a van lêkolînan ew e ku kurdî bibe zimanê fikrî, platformek nîqaþê çêbibe, bi "zimanê malê." Ji bo ku kurdî bibe xwedî statuyek, divê pêþî kurdîaxêv wê qîmet û girîngiyê pê bidin. Lêkolînên ku ji zimanê eslî tên wergerandin, eger karibin piçekî jî rê li ber merhaleyeke nû vekin, armanca weþana wan wê pêk were. Xwediyê van kitêban tenê xwendevan in. Hêza xwendevanekî têgihiþtî ji hêza rêxistin û partiyan mezintir û zêdetir e, ji a hikûmet û dewletan jî ne kêmtir e. Ew hêz û bawerî ye ku ev kultur û ziman gihandiye îro. Em bi hêvî ne ku xwendevanê kurdî, perdeyeke tenêtî û jibîrkirinê nakiþîne ser van xebatan. (Ji pêþgotina kitêbê) ÎBN XELIKAN (1211-1282) Þemseddîn ebû'l-Ebbas Ehmed îbn Muhemmed îbn Îbrahîm îbn Ebû Bekir Îbn Xelikan li Erbîlê (Hewlêrê) çêbûye lê pêþiyên wî ji Belxê ku devereke Xorasanê ye hatine. Wî li wê derê hê ji piçûkî ve li cem bavê xwe ku zanayekî binavûdeng bûye û hinek zanayên din yên der û dorên wî xwendiye. Piþtî xwendina xwe ew çûye Misrê û demekê li wê derê qazîtî kiriye û hingê jî dest bi berhema xwe ya Wefetyat el-E'yan we Enba'u Ebnaî'l-Zeman ku ev jînenîgarî jê hatiye wergerandin, kiriye lê ew temam nekiriye. Ew ji wê derê vegeriyaye Þamê lê li wê derê nêzî deh salan jiyaneke bi rebenî jiyaye ta ku bûye serekqaziyê Þamê û pê re li amadekirina berhema xwe jî domandiye. Îbn Xelikan bi xwe xwe digihîjîne malbata Bermekiyan ku di serdema xelîfe Harûn Reþîd de çend kesan ji wan (Yehya, Xalid û Cafer Bermekî) wezîrtî kiriye. Gelek dîroknasên mîna el-Sedefî, Îbn Þakir el-Kutubî, Îbn el-Mustewfî, Îbn el-'Edîm, el-Zerkelî, Îbn Kesîr û hinekê din wî digihînin bermekiyan lê el-Xuwansarî wî bi bernavkê el-Hekarî bi nav dike û wî digihîne kurdên Hekariyayê. Xelikan navê gundekî Erbîlê [Hewlêrê ku nêzîkî Herîrê] ye û navê xwe jî bi awayê nisbetdana kurdî ji navê kalê malbatê girtiye. Berhema Îbn Xelikan di babeta xwe ya jînenîgariyê de digel kêmasiyên xwe jî dîsa yek ji hêjatirîn û pêbawertirîn berhemên dema xwe ye. Siltan Selaheddînê Eyyûbî Îbn Xelikan Wergera ji erebî: M.Emîn Narozî Jiyan / Biyografi ISBN: 9789944382427 19.5x13, 112 rûpel 9 YTL |