|
Tabloyên minyatur yê Þerefxanê Bedlîsî li Duhokê Yekîtiya Nivîskarên Kurd li Duhokê bi hevkariya weþanxana Avesta ji Istanbûl roja pêncþemê rêkeftî 10/7/2008 li hola Yekîtiya Nivîskaran li bajarê Duhokê û di bin navnîþana 'Kitêbek û Welatek: Þerefname û Kurdistan' pêþengeha tabloyên minyatur ên Mîr Þerefxanê Bedlîsî hat vekirin. Gelek rewþenbîr, nivîskar û dezgeyên ragihandinê beþdarî vê pêþengehê bûn. Pêþengeh ji 20 tabloyên mînyaturan pêk dihat, ev mîinyaturên ku tê texmîn kirin bi destê Mîr Þerefxanê Bedlîsî ve hatine nîgar kirin û di nava pirtûka xwe ya dîrokî Þerefnamê de belav kiribûn. Her yek ji wan, nîþan û tesewira þerên ku di wê demê de qewimîbûn dide nîþan ku ev minyatur bi hostatiyek mezin hatine çêkirin. Ev çalakiya Yekîtiya Nivîskarên Kurd a þaxê Duhokê dikeve çarçova xebatên wa yên demsala havînî û ev çalakiya dîrokî ji du beþan pêk dihat: Beþa yekem, pêþengeha minyaturan bû û beþa duyem jî semînarek bû li ser kitêb û minyaturên Þerefnameyê. Beþdarvanên vê pêþengehê bi balkêþî li van minyaturan temaþekirin û ev pêþengeh ji bo ravekirina minyaturan bi semînerê berdewam kir. Semînerê bi xweþhaliya Serokê Yekîtiya Nivîskarên Duhok birêz Hesen Silêvanî ve hate destpêkirin û bi xêrhatina wergêrê kitêba Þerefnameyê birêz Ziya Avcî û Doç. Dr. Qedrî Yildirim û modaratorê vê semînêrê Evdila Keskîn, xwediyê Weþanxaneya Avesta, ku ev kitêb çap kiriye û ev berhemên minyaturî amade kirine, ve berdewam bû. Evdila Keskîn ji mebesta weþanxaneya Avesta ku bi çi þêweyî çapa vê kitêbê danîne pêþiya xwe dest bi axaftinê kir ku wekî erkekî ev proje pêk anîne. Evdila Keskîn got ku; ev pêþengeh yekem car li Diyarbekrê pêk anîne û duyem car jî li Duhok pêk anîne û wê weþanxaneya Avesta hewl bide ku ev kitêb bi taybet li bajarên din ên Kurdistanê û li Ewrûpa bê nîþandan. Wergêrê vê kitêbê Ziya Avcî jî, behsa mebesta xwe ya wergera vê kitêbê kir ku wekî projeyek xwestine di 410 saliya vê berhemê de ev kitêb bi kurmanciya latînî bigihêje ber destê xwendevanên kurd. Herwiha, Doç. Dr. Qedrî Yildirim jî li ser dîroka minyaturan sekinî û yek bi yek naveroka van tabloyên minyatur ên Þerefnameyê rave kirin û behsa dîroka minyaturan kir. Di dawiya semînerê de hat pê ku, giringiya vê kitêbê ji bo mejûyê Kurdistanê yekem kitêb e ku nexþeya Kurdistanê çêkiriye, kurd wek qewm nîþan daye, behsa mîrgehên kurdî kiriye û ji nav wan jî li ser Mîrgeha Bidlîsê sekiniye ku Þerefxan bi xwe jî mîrê wê mîrgehê bû û herwiha di vê kitêbê de yekem car sê zaravayên kurdî hatine destnîþankirin. Dê ev pêþengeh li Avahiya Yekîtiya Nivîskarên Duhok heta heftiyekê berdewam be û her çi kesê bixwaze dikare vê kitêbê ji kitêbxaneya Yekîtîya Niivîskaran bidest bixe. Hozan Emîn, www.semakurd.com, 10.07.2008 |