E-posta adresi: Þifre :
avesta yayýnevi

sepetSepetiniz | Satýnalýn

Sinemxan Bedirxan, li qesra Bedirxan Paþa ya li Büyükadayê (2008)

Ferhenga Celadet Bedirxan derdikeve

Sînemxan Bedirxan li ser nivîs û nûçeyên ne rast ên derbarê ferhenga Celadet Bedirxan de daxuyaniyek da.

Berî demekê di hinek malperên Kurdî de derbarê destnivîsa Ferhenga Celadet Elî Bedirxan de nuçeyên ji rastî û ji rêzgirtinê gelekî dûr hatibûn belavkirin. Dixwazim bidim zanîn ku nivîsên bi vî rengî yên nerast û ne di cîh de ji ziyanê pê ve tiþtekî din nagihîne xwendekar û gelê Kurd.

Îro (15.07.2008) pêncîh û heftemîn salyada koçkirina Mîr Celadet Elî Bedirxan e. Dil dixwest ku li vê rojê de li ser jiyana wî ya Kurdewarî û li ser berhemên wî guftûgoyên zanistî bihata kirin. Lê belê heyf û mixabin þûna ku li vê salvegerê di ragihandina Kurdî de berhemên wî bêne nirxandin û li ser gûftûgo bête kirin, hinek malperên Kurdî de nûçeyên ji rastî û ji rêzgirtinê gelekî dûr û nexweþ, derbarê Celadet Elî Bedirxan û Rewþen Bedirxan de hatine nivîsandin.

Dixwazim vê yekê bi awayekî eþkere bidim zanîn, wekî ku li hinek deveran de hatiye nivîsandin ew Ferheng ji bo biyaniyan nehatiye firotin. Her wiha ew Ferheng wê di demeke nêzîk de li Weþanxaneya Avesta (Stenbol) wekî sê beþan bête çapkirin.

Pêwîst bû bihata zanîn ku malbata Bedirxaniyan tu carî berhemên xwe yên Kurdî nefirotine biyaniyan an jî kesekî din, dijî wê hemû dahatûya xwe ya kesayetî jî ji bo parastin û zêdekirina wan berheman terxan kirine. Bêyî berjewendiya kesayetî wan berhemên xwe yên giranbiha pêþkêþî gelê Kurd kirine ku ji wan berhemên wan sûd bête wergirtin da ku gelê Kurd jî li asta cîhanê de wekî gelekî bi rûmet cihê xwe yê rastîn bibîne. Her wiha li ser van bîr û baweriyan hewldane û jiyana xwe terxanî van xebatên dûr û dirêj kirine.

Çîroka Ferhenga Celadet Elî Bedirxan eve ye;

Piþtî koçkirina Celadet Bedirxan, Ferhenga Celadet Elî Bedirxan bi destxetê Osman Sebrî ve li mala Rewþen Bedirxan piþtî karekî dû ve dirêj hate nivîsandin. Piþtî qedandina Ferhengê Rewþen Bedirxan, Ferhenga Celadet Bedirxan, ji bo çapkirinê dide Enstîtuya Kurdî ya li Bexdayê. Lê mixabin ji ber ku Enstîtu piþtî demeke dirêj çap nekiribû û þeþ tîpên (a-b-c-ç-d-e-) ya ferhengê jî ji enstîtuyê hatibûn dizîn. Ji ber ku baweriya me ya li çapkirina wan nemabû, li ser vê yekê ji aliyê min (Sînemxan Bedirxan) û hevjînê min Selah Sadallah ve Ferheng ji Enstîtuya Bexdayê hate derxistin.

Paþê ew þeþ tîpên kêm (a-b-c-ç-d-e) ji aliyê Selah Sadallah ve li ser Ferhenga Celadet Bedirxan hatin zêde kirin. Her wiha hemû destnivîsên Ferhengê (Osman Sebrî û Selah Sadallah) jî ji aliyê Mîrhac Mistefa ve li Hewlêrê dîsa hate nivîsandin û ji bo çapê hate amadekirin. Lê belê li ser pêþniyara weþanxaneya Avesta ferheng bi sê beþan wê bête çapkirin.

Beþa Yekem þeþ tîpên (a-b-c-ç-d-e) Selah Sadallah

Beþa Duyem Ferhenga Celadet Bedirxan

Beþa Sêyem Ferhenga Kovara Hawarê

Niha jî kar û xebatên ferhengê li weþanxaneyê didomin û bi hêviya xwedê di demeke nêzîk de wê li Stenbolê ji aliyê weþanxaneya Avesta ve bête çapkirin.

Bi hêviya ku ev zanyarî piçek jî be bibe ronahiyek!

Li gel rêzên min.

Sînemxan Bedirxan
15.07.2008
Paris - Fransa
Müþteri hizmetleri | Alýþveriþ koþullarý | Gizlilik ilkeleri | Üye olun
Avesta Kitabevi, Ekinciler Caddesi, Nurlan Apt. Giriþ Katý No: 2
Ofis / Diyarbakýr
Tel-Fax: (0412) 223 58 99
Þehit Muhtar Mahallesi, Sakýzaðacý Cad. Öðüt Sokak No:7
Beyoðlu / Ýstanbul
Tel-Faks: (0212) 251 44 80 / (0212) 243 89 75

e-posta: avestayayinlari@yahoo.com




Bu sitedeki tüm fotoðraf ve metinlerin kullaným hakký saklýdýr.