![]() ![]() |
Kurmancî, bi semînerekê hate danasîn
Çil jimarên Kurmancî, rojnameya taybetî ya li ser pirsên zaravayê kurmancî, ku ji aliyê Enstîtuya kurdî ya Parîsê ve tê derxistin, berî niha bi çend rojan weke ferheng di nav weþanên Avesta de derket. Bi vê minasebetê, Enstîtuya kurdî ya Parîsê, di 24ê Nîsanê saet 16:00 de, semînerek pêk anî. Semîner, li salona Enstîtuyê pêk hat û tê de li gel endamên Komisyona Kurmancî, Salih Akin, Mahmûd Lewendî, Fawaz Huisên gellek kesên din beþdar bûn. Her wiha li heman salonê, wêneyên hunermed Ziya Aydin ên ku di pirtûka ji bo zarokan Azadî de cîh girtibûn hatibûn pêþandan. Ev pirtûk ji aliyê Sacha Ilicht ve ji fransî hatiye wergerandin û dîsa di nav weþanên Avesta / Hêlîn de derketiye. Di semînerê de serokê Enstîtuyê Kendal Nezan, li ser navê Komisyona Kurmacî Xusro Ebdulahî û xwediyê weþanxaneya Avesta Abdullah Keskin axivîn. Semînerê bi axavtina Kendal Nezan dest pêkir. Birêz Nezan, bixêrhatinî li mêvanan kir û li ser pêdiviya xebatên bi vî rengî ji bo zaravayê Kurmancî rawestiya û axavtina xwe wiha domand: "Xebateke wiha diviya karê Akademiya Ziman a dewleteke kurdî bûya. Lê kes nizane wê dewleteke wiha kengî çê bibe û heta wê demê dê kurmancî bikeve çi rewþê. Ji bo vê, hin rewþenbîrên kurd ên li dora Enstîtuya kurdî civiyayî biryar dan ku salê du caran, her carê ji bo hefteyekê bicivin û li ser pirsên kurmancî bixebitin. Me xwast kesên ku bi pirsên zimên mijûl bûne an devoka navçeya xwe baþ dizanin an pisporiyeke wan a taybetî heye vexwînin van civînan û ji hemû navçeyên kurmancîaxêv beþdar hebin. Beþdar ji welatên cihê yên ewropa tên û gelek zimanan dizanin. Her du civînên pêþî di 1987an de li bajarê Barselona, paytexta Katalonyayê çêbûn. Piþtî çend civînan li Bruksel, Berlîn, Loland (Danîmarka), Dihok û Parîsê, beþdar, ku bi piranî li Swêdê dimînin, çêtir dîtin ku êdî ji þeþ mehan carekê li Swêdê, li girava Biskops Arnöyê, bicivin û xebata xwe di hejmarekê de belav bikin." Xusro Ebdulahî jî got: "Xebatên zanistî yên li ser zaravayê kurmancî nû ne. Xebata Kurmancî karekî nîv akademik e. Ji ber ku di civînên me de nûnerên herêmên cihê yên Kurdistanê hebûn." Paþê Mahmûd Lewendî jî axivî û wiha got: "Em her carê 60-70 kes diciviyan û me hemî wariyantên peyvan berhev dikirin. Ji wan peyvan, me hin peyvên ku zêde baweriya me pê nedihat elîmîne dikirin û yên mayî çap dikirin. Kurmancî referanseke pir baþ û xebateke hêja ye." Abdullah Keskîn di axavtina xwe de got: "Gava me berî deh panzdeh salan bahsa zimanê kurdî û pirtûkên kurdî dikir, gelek kes ecêbmayî diman û digotin tiþtekî wiha heye? Lê îro rê li ber weþanên kurdî vebûye, ferheng çapdibin, gramer û bi sedan pirtûkên din çap dibin. Kurmancî di vî warî de materyaleke baþ, çavkaniyeke herî ciddî ye." Semîner, piþtî pirs û bersivan bi kokteylekê bi dawî hat. Netkurd, 25.04.2010 |