![]() ![]() ![]() ![]() |
Maleke ji peyvan : Di xewnan de jî ez ê zimanê xwe winda nekim
Kitêba nivîskarê galisyanî Séchu Sende "Made in Galiza" bi kurdî di nav weþanên Avestayê de çap bû: Di xewnan de jî ez ê zimanê xwe winda nekim. Kitêba ku di "roja edebiyata galisyanî" de ku du rojan piþtî "cejna zimanê kurdî" ye derket, ji bo balê bikiþîne ser rewþa zimanê kurdî û zimanên di bin tehdîda tunekirin û asîmîlasyonê de ji aliyê 35 þexsiyetê kurd ve hatiye wergerandin. Sê çapên kitêbê bi hev re, tev de 3 hezar çap bûne ku ev ji bo kitêbên kurdî merhaleyeke nû ye. Buhayê li ser kitêbê ji sisêyan yekê piyasê ye, 4 TL ye. Herçiqas buha erzan jî be kitêb, bi kalîteya herî baþ a kitêbên standard hatiye çapkirin. Mesûlê Weþanxaneya Avesta Abdullah Keskin dibêje, "Helwest û pêwendiya xwendevanê kurdî a bi vê kitêbê re, wê ji bo me bibe wek anketekê. Biqasî ku em têgihiþtine, me hemû daxwaz û pîvanên xwendevanê kurdî li ber çav girtine. Daxwaz û elaqeya xwendevan û kitêbxaneyan cesaret da me, ji ber wê me jimarek zêde, nexasim ji bo wergerê pir zêde, çap kir. Em gazî xwendevanan dikin, werin hûn jî gotinên xwe li ser yên me zêde bikin, em vê mala ji peyvan bi hev re ava bikin. Em ji 'Warekî lal' welatekî ji peyvan ava bikin!" Ji pêþgotina weþanxanê Di serî de em bibêjin ku yek ji armancên wergera vê kitêbê ne ew e ku di Kitêba Rekoran a Guinnes de cih bigre. Lê eger lêkolînek bê kirin, bi rehetî wê bê dîtin ku mînakek bi vî rengî tune ye. Serpêhatiyek xweser e û îlhama wê rewþ û potansiyela kulturî a kurdî ye. ... ... Aliyekî girîng ê rewþa zimanê kurdî psîkolojîk e. Û wek ku em di kitêbê de dibînin ev ne mexsûsî kurdan e. Xwepiçûkkirin, yek ji xasetên miletên bindest e. Ji bo girîngîpêdana zimanê kurdî, baweriya me ew e ku ev kitêb, wê roleke baþ bilîze, belê eger bê xwendin. Ji bo ku bê xwendin me hin rêbazên ku mirov dikare bêje nû ne, pêk anîn. Di werger, tîraj, buha û danasînê de me xwest em konseptek taybet çêbikin. Em hêvîdar in bikêr be! Maleke ji peyvan, nivîsa bergê Kesê ku dikare vêga van rêzan bixwîne, ev kitêb ji bo te hatiye nivîsandin, muhatabê van peyvan tu yî. Kitêbeke ku bi serê zimên li formulên azadiyê digere û qehremanên wê jî peyv in. Kitêbek ku ji çîrokên orijînal ên li ser kes, xelk û warên ku em xeyal dikin, pêk tê. Ev peyvên ji ciyekî gelekî dûr zêde nêzîk ên me ne jî. Werin em ji xwe re maleke ji peyvan ava bikin. Werin em bi hev re dengê xwe bikin yek û zimanê xwe derxin, ji qedexeya sedsalan re, bêjin: Aaaaaaaaaaa! Ji nivîsa "Di xewnan de jî ez ê zimanê xwe winda nekim" Car caran zimanê xwe derdixim dibêm aaaaaaaaa û Merheba, tu li vir î? Dipirsim. Merheba. Oxx. Ez fam nakim, zimanek çawa winda dibe. Bi rastî jî fam nakim. Kesek çawa dikare zimanê xwe winda bike? ... Çi dibe çi nabe di xewnên xwe de jî ez ê dev ji axaftina bi zimanê xwe bernedim. Walle wisa ye. Ez ê di xewnên xwe de jî zimanê xwe winda nekim. Wergêrên kitêbê Nivîsên di kitêbê de ji aliyê Fahriye Adsay, Mehmet Aktaþ, Remezan Alan, Arjen Arî, Hêja Baðdu, Rûken Baðdu Keskin, Ferhad Birûsk, Fewzî Bîlge, Selahattin Bulut, Þukran Çaçan, Silêman Demir, Þerif Derince, Mehmet Dicle, Mûrad Dildar, Receb Dildar, Ismail Dindar, Lorîn S. Doðan, Husên Duzen, Zana Farqînî, Irfan Guler, Gulîzer, Dîlber Hêma, Sacha Ilitch, M. Alî K., Yakup Karademir, Metin Kaygalak, Abdullah Keskin, Songul Keskin Duraker, Mahmûd Lewendî, Hesenê Metê, Ergîn Opengîn, Osman Özçelik, Þivan Perwer, Fatma Savci û Salih Yillik ve hatine wergerandin. Ji "Pêþgotin bo çapa kurdî" a nivîskar ... Mîmarê fransî Le Corbusier wiha dibêje: "Þertê hebûnê yê pêþîn dagirkirina cih e." Ji ber ku peyvên me jiyanê didin me divê em wan bidin ber bayê ji bo ku hemû dinya bi wan bihise. Ji bo ku peyvên me bikevin hemû ciyên taybet û fermî, jiyana me ya kolektîf û rojane û heta ku xewnên me jî îþgal bikin. Ji bo ku peyvên me ekranên komputeran, nivîsên dîwaran û yên li ser tîþortên me, ew wêneyên dilan ku sembolên evînê ne, îlanên destan, kitêbên dersên zarokên me an jî ew metnên qanûnê ku divê bi zimanê gelê xwe hatibin nivîsandin, îþgal bikin. Ev kitêb dixwaze bibe kitêbeke kêfxweþ. Yeke ku kenê meriv bîne. Carna hebûna mîzahê dibe hewlek li hember dînbûnê. Mîzah meriv ji êþê û trajediyê azad dike û bi saya wê meriv dikare pirsgirêkên xwe bi xweþbînî hilgire. ... Galîza di navbera îtaet û bêîtaetiyê de diçe û tê. Yek ji wan mîzahkar, nivîskar û sîyasetmedarên herî mezin yê sedsala XXan Castaleo wiha dibêje: "Bi ser me de mîz dikin û ji me wê ye ku baran dibare." Lê weke ku her tiþt diguhere, yek ji wan entelektuelên sedsala XXIê O Leo jî ev hevok wisa guherandiye: "Bi ser me de mîz dikin û em jî dirîn ser wan." ... Lê Made in Galiza bi temamî, ev cara pêþî ye ku wê bi zimanekî ji heman famîlyayê bê çapkirin, bi zimanekî ku ji aliyê dîrokê ve hatiye bindestkirin, zimanekî ku ji azadiyê bêpar maye. Bi vê em dizanin ku em ne bitenê ne, em dizanin ku di gerdûnê de bi milyonan kes bi heman þiklî li dijî tiþtên wisa derdikevin: Têkoþîna xwedî derketina li zimanê gelê xwe. Em xwedî biratiya peyvên di bin zordestiyê de ne, peyvên tade dîtine. Em xwedî biratiya zimanên bindest mane. ... Di navbera me de 5000 kîlometre heye, lê dûrahiya di navbera Kurdistan û Galîza de wisa xuya ye ku biqasî gavekê ye. Di nexþeyê de di navbera me de gelek welat hene lê mîna ku em du gelên cîranê hevdû ne. Loma jî ez dibêjim: Galîza û Kurdistan birayên hevdû ne. ... Þanaz im ku ezê li malên we bibim mêvan, û wek peyvên xwe ezê jî bibim parçeyek ji gelê we, ji neteweya we; þanaz im ku ezê bibim bajariyekî ji bajarên we, gundiyekî ji gundên we. Di xebata avakirina vê mala ku ji peyvan tê avakirin de ez spasdar im ku we min jî têkilî karê xwe kir. Ji bo ku keç û lawên me ji ber me wan fêrî zimanê wan ê zikmakî kiriye spasdarê me bin. Ji bo ku keç û lawên me ji ber me wan fêrî gudarîkirinê kiriye spasdarê me bin. Ji bo ku keç û lawên me bi zimanê xwe xewnan bibînin! Û wek ku hûn dizanin, "A vida ê melhor em galego", "Jiyan bi kurdî xweþ e." Roja edebiyata galisyanî Roja edebiyata galisyanî, ji aliyê Dezgeha Ziman a Galisyan (Real Academia Galega) ve bo bîranîna kesên ku bi ked û berhemên xwe di pêþxistina ziman û edebiyata galisyanî de rolek lîstine, ji sala 1963yan ve tê durustkirin. Festîval her sal diyariyî kesekî dikin û ev kes ji aliyê Dezgeha Ziman a Galisyan ve tê hilbijartin. Ji bo kesek bê hilbijartin divê di ser mirina wî re herî kêm 10 sal derbas bûbin. Bûyera ku îlhama xwe daye vê rojê, 17ê Gulanê, 1863, roja çapa yekem a kitêba sembolê ronesansa galisyan Rosalia de Castro, a bi navê Cantares Gallegos e. 17ê Gulanê li Herêma Galisyan a Otonom tatîla resmî ye. Festîvala îsal ji bo bîranîna nivîskar û þaîr Uxio Novoneyra ye. Nivîskarê kitêbê Séchu Sende (1972, Galisya) Bi þi'rê dest bi nivîsandinê kir. Piþt re dest bi çîrokan kir û bû yek ji nivîskarê herî girîng ê çîrokê li Galisya. Fîlolojiya Galisyanî-Portekîzî xwendiye. Di 2003yan de bi romana Orixe, xelata Amor Blanco wergirt. Bi Made in Galiza (2007) eynî salê xelata Anxel Casal ku Yekîtiya Weþangerên Galisyan dide, stand û bû kitêba salê. Elaqeyeke mezin Kitêba "Di xewnan de jî ez ê zimanê xwe winda nekim" cara pêþî li Diyarbekir, Fuara Kitêban a TÜYAPê hate belavkirin û rastî elaqeyek mezin hat. Di hefteyekê de herdu çapên pêþî temam bûn. Weþanxane, vêga amadekariya çapên nû dike. Di xewnan de jî ez ê zimanê xwe winda nekim Séchu Sende ISBN: 978-605-5585-29-7 19.5x13, 144 rûpel, 4 TL |