E-posta adresi: Þifre :
avesta yayýnevi

sepetSepetiniz | Satýnalýn












Li Xana Hasanpaþa bi Leyla Zana re...
Abdullah Keskin, Leyla Zana, Carol Prunhuber




Qasimlo û Yilmaz Güney li Diyarbekir bûn


Roja 18ê Gulanê li Diyarbekir, li hola Fuara Kitêban a TÜYAPê rojnamevana venezuellayî Carol Prunhuber konferansek da. Di konferansa ku ji aliyê Avesta ve hate durustkirin, Prunhuber li ser Abdulrahman Qasimlo û Yýlmaz Güney peyivî. Prunhuber ku herdu þexsiyetên kurd ji nêz ve nas dikirin biyografiya Abdurrahman Qasimlo nivîsandibû. Biyografiya Qasimlo bi îspanyolî, kurdî-soranî, ingilîzî û li Stembolê jî bi tirkî, bi navê "Kürdistan'ý Düþlerken Kürt Rahman'ýn Tutkusu ve Ölümü" di nav weþanên Avestayê de derketibû. Piþtî konferansê nivîskarê, li standa Avesta kitêba xwe îmze kir.
Em li jêr metnê axaftina Carol Prunhuber diweþînin.

Cara ewil, di sala 1982an de di mihrîcana filman ya Cannesê de bi riya filmê Yolê min pirsgirêka kurdî naskir. Vexwendnameyek ji min re hatibû lê min ew bi temamî nexwendibû. Dema ez gihîþtim qesrê û min vexwendname xwend, ez di cihê xwe de mam, li ser dinivîsand "cilên þevê "; ez û hevala xwe, ji ber ku em beriya wê li ber avê bûn em bi derpîkurtekî bûn. Em bi lez derketin û texsiyekê siwar bûn ku wê me di kaþên bajêr re bibe mala ku em lê dimînin. Em reviyan malê, me cilên xwe guhertin û bi lezê vegeriyan texsiyê. Dema ku texsî di kaþê Cannesê re dadiket, me di hundirê wê de mekyaja xwe dikir. Texsî li ber xalîçeya sor ya qesra filman rawestiya. Film hê nû dest pê kiribû. Yên diketin hundirê qesrê tenê em bûn. Dema em meþiyan lobiyê, flaþên kamerayan zivirîn ser me.

Min ji hevala xwe re got: "Ez bawer im ew dibêjin qey em lîstikvanên tirk in. Em di riya þaþ re hatine!" Hevala min bersiv da: "Tu tenê bimeþe, bimeþe!" Ez di derenceyan re hilkiþiyam û dema min vexwendnameyên me nîþanî dergevan da, li min nêrî û got: "Xanimê! Hûn di deriye þaþ re hatine." Ez li ber geriyam: "Birêz min rojeke pirr xirab derbas kiriye, ji kerema xwe, min di derenceyan re danexe jêr." Çavê xwe li min neqand, biþirî û got:

"Baþ e, derbas bin, lê careke din wisa nekin." Bêhna me derket û me ji wî re spas kir û em derbas bûn. Em wê gave daxilî nav xweþî û dramaya film bûn û em pê hesiyan ku ew li ser Tirkiyeyê û li ser kurdan e. Film bi pîsepîska trêna ku dikir çirqînî, bi dawî bû, hundir ronî bû, salonê li ser piyan li çepikan dixist û derhêner, çend dikan li pêþiya me, rabû ser xwe û wî li jor silav da gel.

Em li piþt derhêner meþiyan û min dizanîbû ku tiþtek wê derheqê kurdan de biqewime. Roja din, min dîrektorê Enstîtuya Filman ya Brîtanyayê nas kir. Wî ji min re behsa çîroka Yolê û Yilmaz Güney ya bêemsal kir.

Çend rojên din rojnamevanekî ingilîz ji min alîkarî xwest. Ew ê bi Yilmaz re hevpeyvînek çêbikiriya lê wî bi fransî nedizanîbû û wergêrê Yilmaz jî bi ingilîzî nizanîbû. Ji ber vê yekê ez ê bibûyam wergêra wergêr. Ji bo em hin agahî li ser Yilmaz bi dest bixin ez bi rojnamevan re çûm bûroya prodûktêr û derfetê me çêbû ku em du filmên wî yên din, Sürü û Umut temaþe bikin. Edî ez tam bûbûm heyranekî Yilmaz û min ê ew di demeke nêz de, nas bikiriya.

Roja din li Cannesê ez çûm daîreyekê ku hevpeyvîn lê pêk dihat. Pêþî pasewanekî em seh kirin piþt re ez ecêbmayî mam ku ode tijî rojnamevan bûn. Min tenê dikarîbû bibînim ku mirov wêneyên Yilmaz û jina wî ya bedew digirin. Di dawiya hevpeyvînê de min pirsî: "ka gelo ez dikarim ji Yilmaz pirsekê bikim an na? Min ji wî re got ku ez ne me lê venezuellayî me. Piþt re kir qîrîn: "Heke min dizanîba ku tu ji Venezuella yî wê hevpeyvîn bi awayekî din bûya. Latin Amerîka, hevkariyê di navbera Welatên Cîhana Sêyemîn..." Piþt re nimra telefona min xwest û ez derbasî heta derî kirim.

Çend roj derbas bûn Yilmaz Palmiyeya Zêrîn bi dest xist û çend hefte din alîkarê wî telefonî min kir. Me hevdû li kafeyekê dît û em meþiyan kafeyek nêzî wê derê. Dema ez derbasî hundir bûm ez heyirî mam, Yilmaz û jina wî li wê derê bûn. Herduyan jî cilên spî li xwe kiribûn, meha tîrmehê bû û Parîs pirr germ bû. Ez ew qas ketim kelecanê ku çîmên min dilerizîn.

Dema min berfeþîra xwe dixwar Yilmaz ji min xwest ku ez ji bo wî bixebitim. Min got: "lê tu min nas nakî, dibe ku ez sixureke tirk bim!"
Li min nêrî û got: "ez ji çavên te fêm dikim ku ez dikarim baweriya xwe bi te bînim."
Min bi awayekî ecêbmayî jê pirsî: "tu dixwazî ez ji bo te çi bikim?
Bersiv da: "dixwazim tu min bi tevgerên þoreþger yên Latîn Amerika re têxî têkiliyê."
Ez þaþ mam. Divê ez li xwe mukir bêm ku di wan rojan de formasyoneke min a siyasî nebû. Min dizanîbû li baþûr hin dîktatoriyên leþkerî hene lê ev ne di wî warî de bûn. Lê min nikarîbû mûhletê bidim çûyina vî þensî ji ber vê min got: erê!..

Wê êvarê ez bi dîrektorê teza xwe re peyivîm. Ew nefiyekî arjantînî bû û min ji bo têkildayînê ji wî hin agahî xwest. Û bi vî awayî min dest bi perwerdahiya xwe ya li ser Latîn Amerîkayê kir: ji bo vê ez deyndarê kurdekî me ku bû rêberê min yê siyasî.

Bi saya Yilmaz li ser gelê kurd, min gelek tiþt zanîn ku ew xwedî rihekî azad in û pêkutiya ku li welatên cuda yên lê dijîn dûçar dibin. Ev rastiya însanî gelekî tesîr li min kir û ji bo rojname û kovarên Venezuellayê min dest bi nivîsandina nivîsên li ser kurdan kir.

Sala din, di 1983yan de, tevî Yilmaz û Fatoþ ez çûm pêþengeheke resman û li wê derê serokê Enstîtuya Kurdî ya Parîsê Kendal Nezan ez bi Abdulrahman Qasimlo re dame naskirin.

Întibaya min a ewil li ser Qasimlo ew bû ku ew mirovekî zana, tesîrker û karîzmatîk bû. Bi heþt zimanan dipeyivî. Ez gelekî di bin tesîra zanebûna wî ya li ser çand û hûnera Îranê û ya rojavayî, mam. Wê þevê wî þi'rên Rumî û Hafiz bi farisî jiber xwend û piþt re ew wergerandin fransî. Bûbû nîþandana millet; ew her tim wisa bû, ji ber ku mirovekî nuktebaz bû û bi hêsanî bi mirovên din re têkilî datanî, yên dora xwe pirr zû dikir bin tesîra xwe. Wek mirovdewletek û pêþewayê bi milyonan kurdan, kesayet û hakîmiyeta wî dikir ku mirov ji bo gelê wî rêzê bigre û bi hêvîdar be.

Ji ber ez ji Latîn Amerîkaya ku gelek entelektüel û siyasetmedarê wê ji îluzyona Kuba û bi tevgerên gerîllayên marksîst bawer dikirin, hatibûm, ez difikirîm ku ev pêþewayê þoreþger çepgirekî hiþk û ortodoks be. Min dît ku, ez bi pêþewayekî dûrbîn, aram ku vîzyona wî ya ji bo gelê wî ya demokratîk û humanîst, dogmayên çepê radîkal li paþ xwe hiþtiye, rûbirû me.

Di salên 1980yan de Qasimlo, berevajiyê tevgerên þoreþger ên wê demê, li dijî hemû çalakiyên terorîzm ên ku xesarê dide sivîlan, bû. Carekê li ser vê wisa gotibû: "Em wek rêxistineke demokratîk, revandina balafiran be, rehîngirtin be, xistina bombeyan be an her çi kiryarên ku jiyan û ewlekariya sivîlan têxe xetereyê, em li dijî hemû kirinên terorîzmê disekinîn. Ji bo ku her kes di demeke kurt de me nas bikin destjêberdana hêmanan, wek partiyeke berpirsiyariya mirovatiyê li xwe digire, bêfêde û awante ye.
Dema ku min Qasimlo nas kir, wî li dijî Komara Îslamî ya Îranê têkoþîn dikir. Heta 1983an, li dijî rejîma Îranê, li serê çiyan pêþewatî dikir.

Abdulrahman Qasimlo kî bû? Malbata wî malbateke naskirî bû û xwedî rûmet bû. Sedsal e ku tev li siyaseta herêmî û ya neteweyî dibûn. Bavê wî, mirovekî devlemend yê xwedîerd ji êla Þîkak bû ku her tim piþtgirî dabû neteweperweriya kurdî. Lê dîsa jî Qasimlo bi salan li Ewrûpa perwerdahiya xwe dom kir û li pey xewna xwe ya ku li ser rol û pêþeroja gelê xwe zêdetir fêr bibe, çû. Him li ser aboriya wê demê û him li ser siyaseta wê demê pirr zana bû. Referansên wî yên akademîk pirr hêja bûn û þexsiyeta wî ya sade, -ji mirovê ku ji bo Pêþmergeyên li serê çiyayan têkoþîn didan erd dikola bigre- her kesî jê hez dikir. Girîngî pirr dida doza xwe û bi dil û can bi doza xwe re bû.

Di sala 1979an de, vegeriyabû Îranê. Ew sekreterê Giþtî yê KDP-Îranê bû. Þoreþ pêk hatibû, Þah ji welêt derketibû û Humeynî vegeriyabû Îranê. Piþtî demeke kin, Qasimlo bû pêþewayê kurdan ê yekta. Mesajeke wî ya pirr vekirî hebû ji gelê xwe re: Ji bo kurdan otonomi, ji Îranê re demokrasî. Ew bû pêþewayek ku dikare di jiyana gelê xwe de guherandinekê çêbike. Heysiyetek neteweyî ava kiribû û wî ew temsîl dikir.

Qasimlo peþewayê kurd ê ewil bû. Xwedî çareseriyekê bû ku bikaribe astengiyên li ber avabûna dewleteke kurd hene ji heqê wan derkeve. Ji ber vê wî planeke realîst pejirandibû: di çarçoveya Îraneke demokratîk de riya otonomiyê. Berê tevgera neteweyî de riyek zelal û bi vîzyon a partî û welatekî demokratîk dikarîbû gel seferber bike.

Qasimlo dizanîbû ku Humeynî kî ye. Kitêbên wî xwendibû, li axaftinên wî guhdarî kiribû. Dizanîbû ku Humeynî mirovekî paþverû ye, pêþniyarên wî ji bo Îranê dihat wateya vegera Serdema Navîn, lê dîsa jî digot, "Min qet texmîn nedikir ku ew ê ewqas xwînrêj be."

Wî baþ dizanîbû ku piþtî þoreþa wan mehên azadiyê, dom nake û wê mela þoreþê bikin malê xwe û têxin þiklekî diktatoriya olî. Dizanîbû ku di bin zordariya melayan li welêt tu pêþketinên demokratîk pêk nayê. Di nava van meh ên qeremol yên 1979an de, Qasimlo berxwedana Pêþmergeyan ya bi çek bi rêxistin dikir û heman demê de hewl dida ku bi hikumetê re li hev bike.

Digel ku Qasimlo bi desthilatdarên Tehranê re hevdîtin pêk dianî û du caran çû serdana Humeynî jî, wî dizanîbû hikumet tenê ji xwe re wext bidest dixe. Ji ber vê, dema referanduma ji bo avakirina Komara Îslamî pêk hat, kurdan îlan kirin ku ew tev liî referandumê nabin, ji ber ku pirsa referandumê tenê alternatîfek dida mirovan: wê Komara Îslamî hilbijêrin an hilnebijêrin.

Qasimlo, bi raya pirraniyê ji bo Konseya Pisporên Makezagonê ya ku wê makezagona nû ya Komara Îslamî binivîsîne, hate hilbijartin. Rojek berî rûniþtina yekemîn, kurdan bi hêzên çekdar þer kirin û ew mexlûb kirin. Humeyniyê ku li hêrsê siwar bûbû, rayedarên çekdar bi cezakirinê tehdît kir û xwe wek serleþkerê hêzên bi çek bi nav kir.

Dema ku Humeynî KDP-Îran derî qanûn îlan kir û fermana mirina Qasimlo da, Qasimlo li mala xwe ya li Mehabadê li ser televizyonê, rûniþtina ewil ya Konseyê temaþe dikir. Ji bo tev li wê rûniþtinê nebe ew hatibû hiþyarkirin.

Kurdan li dijî Humeynî û rejîma wî dest bi þerê çekdarî kirin û þer ji deh salan zêdetir dom kir. Digel ku Qasimlo li dijî rejîmê rahiþtibû çekan jî, wî qet bawer nedikir ku bi vê riyê bikaribe bigêhîne armanca xwe. Þerê çekdar tenê wasiteyek bû ku dema muzakerekirinê destê wî xurt bike.

Qasimlo, di nav entelektuelên rojavayî de bû berdevkekî rast û pêbawer. Di heman demê de, li Ewrûpa bi siyasetmedar, rojnamevan û akademîsyenan re têkiliyên nêz danî û bi vî awayî bûbû xwedî nêrînek pragmatîk ku tiþtê li ba siyasetmedarên din nebû. Bi saya vê nêrîna berfireh ya civakî û çandî û xweþbîniya wî ya siyasi û nermbûna wî, ku nikaribe alîkariya hêzên bîyanî bi dest bixe jî, bi wan dida zanîn.

Qasimlo dizanîbû ku yekitîya kurdan ya herî girîng e. Ya rast, ew ji ber perçebûna di nav kurdan pirr êþ dikiþand. Ji ber ku kurd xwedî nêrîna eþîrtiyê bûn û bi þert û merc piþtgirî didan rêberên xwe, lê ne xwedî programek siyasî bûn. Evan hemû tevgera kurd ji manîpûlasyonên dewletên herêmê re kiribû hedef û bûbû paniya wê ya Aþîl.

Rojekê methiyeyeke ku piþtî mirina Yilmaz Güney min nivîsandibû, min nîþanî wî kir. Piþtî ku min wergera wê xilas kir, ji min re got: "Dema ku ez bimirim, ez dixwazim ku tu kitebekê binivîsînî û behsa çîroka jiyana min û doza kurdan bikî."

Çîroka vê kitêbê di meha tîrmehê ya 1985an de dest pê kir; wê demê cara pêþî ez çûm Kurdistanê û min gelek hevpeyvîn kir ku ez ê piþt re bikarbînim. Lê ew kuþtin û bêedaletiya necezakirina wî sûcî dawiyê kir ku ez wê binivîsînim. Di destpêkê de tenê hevpeyvînek kurt min bi Qasimlo re kiribû, çend name û helbet bîranînên min ên sohbet ên bi wî re, hebûn.

Bi saya rojnamevanê amerîkî Jonathan Randal bû ku ez heq jê hatim der û jiyana wî bînim ser hevdû. Randal hevpeyvînek pirr dirêj bi Qasimlo re çêkiribû, wî ew bi comerdî da min. Ev hevpeyvîn û ji pênciyî zêdetir ên din ku min bi mirovên ku Qasimlo nas dikirin re, kiribûn, derfet da min ez jiyana Qasiemlo ji nû ve biafirînim.

Wek nivîskarekê min xwest ku çîrok xwendevan rapêçe û bîne nav bûyeran. Û ji ber vê, wek ji hevpeyvînên xwe çêkirina diyalogan, min wasiteyên vebêjerkî bikaranîn. Wek rojnamevanekê jî, min xwest rastiyan derxim holê û çarçoveya xwe ava bikim.

Kuþtina wî diþibiya ya Julius Cesar -ê ku digel hemû hiþyarkirinan dîsa jî çû senatoyê û li wê derê hate kêrkirin. Bi heman awayî, berî ku biçe Viyenayê gelek caran hatibû hiþyarkirin. Bernard Kouchner -vêga wezîrê karê derve yê Fransa ye- þevek berê Qasimlo hiþyar kir ku neçe wê derê, ji ber ku wî qet bawerî bi îraniyan nedianî. Jina wî ya berê Helene Kurlich jê re digot ku Rafsancanî mirina wî dixwaze û divê neçe Viyenayê. Alîkarê wî yê dilsoz Abdulla Qaderî hîs dikir ku wê tiþtên nexêr pêk bên û wê rojê ji zikê xwe nerihet bû... gelek îþaretên wisa hebûn ku wî davête paþ guhê xwe.

Versiyona kitêbê ya ewil di sala 1992yan de xilas bû, lê bersiva weþangerên li Madrîd, Caras û Meksîkayê wisa bû: "ma kî bi kurdan re elaqedar dibe?" Ji ber vê heta ku Amerîka Irak îþgal kir û kurd derketin ser rûpelê yekemîn ên rojnameyan, ev kitêb di cihê xwe de sekinî...

Weþangerekî venezuellayî qebûl kir ku kitêbê biweþîne, ji ber ku navbera Serokê Venezuella Hugo Chavez û Ahmedinejad pirr xweþ bû, ew bi Îranê re jî elaqedar dibûn. Kitêb di sala 2008an de hate çapkirin, piþt re bi kurdî-soranî û ji aliyê Avesta, Abdullah Keskin ve bi zimanê tirkî û demeke berê bi zimanê ingilîzî hate çapkirin.

Piþtî bîst salan, ew soza ku min di sala 1984an de dabû, hate cî. Piþtî mirina wî bîst û yek sal derbas bûne; ez careke din hezkirin û rêzgirtina gelê kurd ya ji bo pêþewayê xwe yê biserneketî dibînim, ev hestê min pirr germ dike. Bi taybetî kelecan û dildariya kurdên ciwan, nifþên nû ku hêviyê didin mirovan pirr girîng bû. Îdealên ku Qasimlo di jiyana xwe de temsîl dikir, wan bi dil û can girtine ser xwe.

Ser dawiyê, dost û heval û mensûbên milletê kurd û nifþên pêþerojê, ev ji bo we hemûyan e; ez çîroka Abdulrahman Qasimlo pêþkeþî we dikim -bo dilê gelekî ku wî jiyana xwe di ber de daye, ji gelekî bi rûmet û giran, ji kurdan re, pêþkêþ dikim.

CarolPrunhuber
Diyarbekir, 18ê Gulana 2010an

Li Amedê gotubêjek li ser Dr. Qasimlo û Yilmaz Guney

Di çarçoveya Fuara Pirtûkan ya TUYAPê de li ser kesayetiya hunermendê kurd Yilmaz Guney û Sekreterê Giþtî yê Partiya Demokrata Kurdistana Îranê-PDKÎ þehîdê nemir Dr. Abdurrahman Qasimlo konferasek hat lidarxistin. Nivîskar û rojnamevana Venezuellayî Carol Prunhuber ku axifî, piþtî konferansê pirtûka xwe ya li ser Dr. Qasimlo ji bo xwendevanan îmze kir.

Konferansa ku ji aliyê Weþanxaneya Avestayê ve hatibû amadekirin, ji aliyê nivîskar û rojnamevana Venezuellayî Carol Prunhuber ku li ser þehîdê nemir Dr. Qasimlo pirtûkek nivîsiye, ve hat pêþkêþkirin. Prunhuberê diyar kir ku wê, piþtî mirina hunermendê navdar Yilmaz Guney meqaleyek nivîsiye û dema ji nemir Qasimlo re xwendiye, Qasimlo jê daxwaz kiriye ku dema bimire, divê pirtûkek li ser wî binivisîne.

Konferansa ku li hola Fuara Pirtûkan ya TUYAPê hat lidarxistin, ji aliyê gelek siyasetmedar, hunermend, nivîskar û xwendekarên kurd ve hat guhdarkirin. Nivîskar û rojnamevana Venezuellayî Carol Prunhuber, di destpêka axaftina xwe de bal kiþand li ser pêvajoya nasîna bi hunermendê navdar Yilmaz Guney û diyar kir ku ger bi tesadufî bi Guney re nas nebûna, dê di jayana wê de valahiyek mezin hebûna. Lewra, wê bi nasîna Yilmaz Guney re gelê kurd nasiye, bi pirsgirêka kurd hesiyaye, kesayetiyeke wek Qasimlo nasiye, bi xêra wî erdnîgariya Kurdistanê geriyaye, pêþmergên qehreman nasiye...

... Konferans, bi pirs û bersivan bi dawî bû. Nivîskar û rojnamevana Venezuellayî Carol Prunhuber piþtî konferansê pirtûka xwe ya li ser Dr. Qasimlo yê nemir ji bo xwendevanan îmze kir.

(PUKmedia / Amed / 2010-05-19)

Eleqeya ji bo 'Kürdistan'ý düþlerken'

Li Tirkiyeyê eleqeya ji bo Fuara Pirtûkan a Diyarbekirê ku 110 weþanxane beþdar bûne, zêde ye. Ji bo yek ji pirtûkên ku herî zêde eleqeyê dibîne "Kürdistan'ý düþlerken (Dema li Kurdistanê diramim)" roja îmzeyê hate lidarxistin.

... Midûra Firotinê ya Diyarbekirê ya Weþanên Avestayê ku navenda wê li Stenbolê ye, Songul Keskîn jî diyar kir ku ji bo pirtûkan eleqe heye û anî ziman ku kesên li pirtûkan dinêrin, bi piranî dikirin jî. Keskîn ku anî ziman eleqeyeke wisa texmîn nedikirin, ji AKnewsê re wiha got:

"Firotin ne xirab e. Gelek pirtûkên me tên firotin. Lê di nav wan de pirtûka herî zêde tê firotin pirtûka ' Kürdistan'ý düþlerken (Dema li Kurdistanê diramim)' e. Me ji bo vê pirtûka ku Carol Prunhunber li ser Dr. Abdurrahman Qasimlo û Yilmaz Guney nivîsandiye roja îmzeyê li dar xist. Lewre niha eleqeya herî zêde ji bo vê pirtûkê ye."

(Aknews, Diyarbekir, 19 Gulan 2010)

Müþteri hizmetleri | Alýþveriþ koþullarý | Gizlilik ilkeleri | Üye olun
Avesta Kitabevi, Ekinciler Caddesi, Nurlan Apt. Giriþ Katý No: 2
Ofis / Diyarbakýr
Tel-Fax: (0412) 223 58 99
Þehit Muhtar Mahallesi, Sakýzaðacý Cad. Öðüt Sokak No:7
Beyoðlu / Ýstanbul
Tel-Faks: (0212) 251 44 80 / (0212) 243 89 75

e-posta: avestayayinlari@yahoo.com




Bu sitedeki tüm fotoðraf ve metinlerin kullaným hakký saklýdýr.