|
Þerefname û Þerefxanê Bedlîsî Serpêhatiya Kitêbekê Pêþengeha Minyatûran li Diyarbekrê Kevintirîn kitêba li ser dîroka Kurdan "Þerefname / Dîroka Kurdistanê" a Þerefxanê Bedlîsî bi wergera Ziya Avci di nav Weþanên Avestayê de derket. Nusxeya ku wek kitêba 200 a weþanxanê derketiye li ser kaxeta þamua û bi cild û þomîz hatiye çapkirin û mînyaturên kitêbê bi reng di 32 rûpelê art de cî girtine. Ji xeynî çapa taybet çapek din jî bi kaxet û bergê normal derketiye. Kitêba 'Ebdurreqîb Yusif "Hunerê Tabloyên Þerefnameyê" ku ji analîzê li ser mînyaturên Þerefnameyê pêk tê jî di eynî demê de çap bûye. Bo danasîna kitêbê dosyayek wek diyarî tê belavkirin. Di 09.11.2007 de li Diyarbekrê hola Diyarbakir Sanat Merkezi de pêþengehek ku ji mînyaturên Þerefnameyê pêk tê çêbû. Berî pêþengehê bi navê "Þerefname û Þerefxanê Bedlîsî / Serpêhatiya Kitêbekê" konferansek li eynî holê bi beþdarbûna wergêrê kitêbê Ziya Avci, Kadri Yildirim û Abdullah Keskin pêk hat. Di pêþengehê de tevî 20 minyaturên Þerefnameyê çap û wergerên cihê ên Þerefnameyê jî hatin pêþkêþkirin. Pêþengeha minyaturan ji aliyê meraqdaran ve bi kêfxweþî hate pêþwazîkirin. ÞEREFNAME Û TABLOYÊN WÊ YÊN MINYATÛR Þerefname -Dîroka Kurdistanê ya Qedîm- kitêbek e ku dîrok û serpêhatiyên ji dema kevin heta sala 1597ê zayînî ya malbat û mîrekiyên Kurdan e ku ji aliyê mîrê Bedlîsê Mîr Þeref Xan ve hatiye nivîsandin. Bavê Mîr Þeref Xan, Mîr Þemseddîn, di sala 1536-37an de, ji ber hinek bûyerên di navbera wî û ulame de qewimîn, ji aliyê sultanê Osmanî ve ji ser mîrekiya Bedlîsê hat rakirin û ew jî bi 600-700 malbatên Bedlîsê re koçî nav erdê Sefewiyan kir û xwe avêt seraya Þah Tehmasb. Ew li bajarê Qumê hat bicihkirin û ji aliyê Þah Tehmasb ve di rêza þah û sultan de hat girtin û qedrekî mezin jê re hat dayîn û li wir jî zewicî. Ji vê zewacê, di sala 1543yê zayînî de Mîr Þeref Xan çêbû. Mîr Þeref Xan, di seraya Þah Tehmasb de bi zarokên Þah û serayê re perwerdeya xwe temam kir. Gelek dersên cihê xwendin, ji van ya herî balkêþ jî dersa neqaþî û wênekêþiyê ye. Di gelek eyaletên Sefewiyan de walîtî kir û di karê birêvebiriya îdareya Sefewiyan de beþdar bû. Dema li Îranê, bi hîs û ruhiyeta ku Kurd jî xwedî dîrok in û serpêhatî û bûyerên malbat û mîrekiyên kurdan winda nebin, dest bi berhevkirina zanyarî û agahdariyên derbarê wan de dike. Piþt re, di sala 1579ê de, bi navberiya Xusrew Paþa, ji aliyê Sultan Muradê Osmanî ve, Mîrêmîrekiya Kurdistanê jê re tê dayîn û bi malbatên Bedlîsî yên pê re vedigere Bedlîsê. Piþtî vê vegerê, dest bi nivîsandina Þerefnameyê dike û di sala 1597ê zayînî (1005ê koçî) de cilda yekê ya Þerefnameyê temam dike. Berî ku dest bi nivîsandinê bike, naverokek ji mijarên ku dê li ser binivîse çêdike û li gor vê karê xwe dimeþîne. Ev naveroka kitêbê jî, li gor rewþa îdarî û serwerî ya ew malbat û mîrekiyên di derbarê wan de nivîsandiye bûye. Wan malbat û mîrekiyan dike sê sefhe û temamê kitêbê jî dike çar sefhe. Sefhe jî dibin beþ û qisim. Þeref Xan dibêje: "Sefheya yekê di derbarê serpêhatiyên fermanrewayên mezin ên Kurdistanê de ne ku alaya saltanat û serxwebûniyê bilind kirine û dîroknivîsan ew di rêza sultanan de hesibandine." Ji bo sefheya duduyan jî dibêje: "Di derbarê serpêhatiyên fermanrewayên mezin ên Kurdistanê de ne ku her çendîn negihîþtine dereceya serxwebûniyek temam, bi xwe jî xwe hukumdar nehesibandine, lê di serbestî û azadiyê de gihîþtine dereceyek wisa ku hinek ji wan li ser navê xwe sikke lêdane..." Ji sefheya sisiyan re jî dibêje: "Di derbarê hinek mîr û fermanrewayên din ên Kurdistanê de ne. Sefheya dawiyê û ya çaran jî di derbarê mîrekiya bav û kalên xwe ya Bedlîsê de nivîsandiye. Þeref Xan, yekem kes e ku sînorê Kurdistanê yê coxrafîk kêþaye û bi awayekî vekirî daye xuyakirin. Dîsa yekem kes e ku bi awayekî zelal behsa qewmiyetê, hîs û ruhê kurdayetiyê kiriye. Ji bo ku Þeref Xan di seraya Þah Tehmasb de dersê neqaþiyê xwendiye, di dema nivîsa Þerefnameyê de, li ser hinek bûyerên dîrokî wekî nivîskî tiþt negotine, lê wan di rûpelên ew mijar derbas dibin de, wekî minyatûr teswîr û îzah kirine. Ji ber vê, di cilda yekê ya Þerefnameyê de bîst û di cilda Þerefnameyê ya duduyan, ya li ser dîroka Osmanî, Îran û Turanê nivîsandiye de jî çar tabloyên mînyatûr ên di derbarê dîroka Osmaniyan de çêkirine, hene. Her yek ji van tabloyan bûyerek dîrokî teswîr dikin. Ew bi hosteyî hatine çêkirin, di nav emsalên xwe de tek in û nirx û bihayê wan layiqê meth û þanaziyê ne. Ev mînyatur, di nusxeya Þerefnameyê ya yekem a bi destxeta Þeref Xan bi xwe hatî nivîsandin de ne. Ev nusxe li Kitêbxaneya Bodleian a Zanîngeha Oxfordê ye. Kitêbxaneyê, ji bo agahdariya li ser vê nusxeyê wiha nivîsandiye: "Ev Nusxeya berdest, berztirîn nusxeya Þerefnameyê ye ku ew jî di saya destxeta Þeref Xan bi xwe de ye ku destnivîsê temam kiriye..." Þerefname ya bi kurdî li Amedê hat danasandin Pirtûka 'Þerefname' ku ji aliyê Weþanxaneya Avestayê ve yekem car bi zimanê kurdî hatiye çapkirin, bi kokteylek li Amedê hat danasandin. Herweha, di çerçoveya danasandina pirtûkê de li ser pêwîstî û zehmetiyên wergera li ser zimanê kurdî, bi taybet jî li ser ya pirtûka Þerefnamê gotubêjek jî hat pêþkêþkirin. Li Navenda Çandî û Hunerî ya DSMê ya li Amedê, gotubêjek li ser Pirtûka Þerefnamê ya Þeref-Xanê Bedlîsî ku cara yekem e di nav Weþanên Avestayê de bi zimanê kurdî hatiye çapkirin, hat pêþkêþkirin. Di gotubêja ku ji aliyê Xwediyê Weþanxaneya Avestayê Abdullah Keskîn, Doç. Dr. Kadrî Yildirim û wergêrê Þerefnamê Ziya Avci ve hat pêþkêþkirin de, li ser girîngiya Þerefnameyê ji bo fêrbûna dîroka Kurdî hat rawestandin. Gotûbêj, bi beþdarbûna hêjmarek siyasetmedar, nivîskar, rojnamevan û nûnerên sazî û dezgehên sivîl hat pêþkêþkirin. Gotûbêj, bi axaftina Xwediyê Weþanxaneya Avestayê Abdullah Keskîn, hat destpêkirin. Keskîn, di axaftina xwe de pêwîstiya wergera pirtûka Þerefnamê, ya li ser zimanê kurdî û zaravayê kurmancî berbiçav kir û da zanîn ku jêdereke hêja ya ji bo fêrbûna diroka kurdî çap kirine. Herweha, piþtî axaftina Keskîn ji aliyê wergêrê Þerefnamê nivîskar Ziya Avci ve axaftinek hat kirin. Avci, di axaftina xwe de dûr û dirêj li ser wergêr û hemû aliyên Þerefnamê rawestiya û diyar kir ku Þeref-Xanê Bedlîsî, yekem kes e ku cografyaya Kurdistanê bi zêr û zeber nîþan daye. Ziya Avci, herweha da zanîn ku Þerefname, heta nuha bi Elmanî, Fransî, Erebî, Tirkî, Soranî û gelek zimanên din hatiye nivîsandin, lê wergera wê ya bi zaravayê kurmancî hatiye îhmalkirin. Avci da zanîn ku wergera yekemîn a kurmancî, ji aliyê Mele Mehmûdê Beyazidî ve hatiye kirin. Lê, ev werger kêm e, bi temamî nehatiye wergerkirin. Ji ber vê yekê jî, pêdivî pê dîtine ku wergera kurmancî, careke din bikin. Doç. Dr. Kadrî Yildirim jî, axaftinek kir û di axaftina xwe de li ser destxet, mînyatûr, nîgarnasî û nexþandinên di dema Þerefxan de rawestiya. Yildirim, da zanîn ku Þerefxan, di dema zaroktiya xwe de kesek jîr û zane bûye û ji ber vê yekê Þahên Îranê ew biriye Îranê û di qesr û qonaxan de perwerde kirine û weha got; 'Þerefxan jî di qesra þah de dersên siyaset, huqûq, nîgarnasî, spor û gelek ilmên din dîtiye. Þerefxan piþtî ku ji Îranê vegeriyaye Bedlîsê, bi xwe re 200 pirtûkên cuda aniye û mînyatûr û tabloyên di Þerefnameyê de ew çax xêz kiriye.' PUKmedia / Amed 10.11.2007 |